Helwest û nêrînên me [Kurmancî]

1. Em di derbarê şerxwaziyê de çi difikirin?

Em wekî klûba Stêrka Sor ya Flensbûrgê, her şêweyke şer û çekdarbûnê red dikin.

2. Em li ser sînoran çi difikirin?

Em rakirina hemî sînoran û azadiya tevgera bêsînor ji bo hemî mirovan dixwazin. Em siyaseta cîhanî ya girtina sînoran red dikin, ev siyaseta ku dihêle ku gelek penaber bimirin an jî di nav mercên nemirovane de li navendên binçavkirinê bijîn. Em daxwaz li wê yekê dikin, ku reftareke mirovî ligel
penaber û penaxwazan bête kirin.

 3. Em li ser taybetmendiya kesayetî çi difikirin?

Di warê guhertinên mezin ên siyasî û civakî de, mafên hemwelatiyan bi rêkûpêk têne sînordarkirin. Stêrka Sor ya Flensburgê têgeha „hemwelatiyên şefaf“ red dike. Em daxwaz li hebûna mafê taybetmendiya kesayetî dikin, di nav tiştên din de jî komkirina agahiyan ya rêligir qedexe be.

4. Em derbarê lîska dadmaned (adil) çi difikirin?

Stêrka Sor ya Flensburgê destek dide lîska dadmaned û ji bo piştgiriya bi hevdû re.

5. Em li ser parastina jîngehê û şêweya kirînê (Konsum) çi difikirin?

Parastina jîngehê û û şêweya kirînê bi hev re girêdayî ne. Ji ber vê yekê em hewla danûsatndineke domdar bi jîngehê re dikin. Ji bo me, ev tê wateyê, di nav tiştên din de, ku em bilez bikaranîna enerjiya nuklerî û sotemeniyên fosîl rawestînin.
Em di heman demê de li dijî kedxwarina mirov û ajalan in. Em rêya ku berê xwe dide hilberên bazirganî yên herêmê û yên dadmend destek dikin.

6. Em li ser cûdahîxistinê çi difikirin?

Em nîjadperestî, dijsemîtîzm, zayendperestî, homofobî û daxuyanî an kiryarên din ên cûdahîker û nemirovane şermezar dikin. Dema ku em helwesteke wiha dibînin, em bang li her kesî dikin ku li dijî vê yekê bi awakî çalak tevbigere.

7. Em li ser beşdarbûnê çi difikirin?

Komele ji beşdarbûna çalak dijî. Hemû endaman ji bo wê yekê vexwendîn e, ku beşdarî standina biryarên komelê bibin ji bo ku van biriyar bi hevre bistînin.